Hêro Kurde: Demançeyek di tariyê de qirika xwe paqij dike

Leila

Global Mod
Global Mod
Jiyan domandinek rîska coşî û kelecaniyê ye. Rîsk di her karî de ji xwe re cîhekê peyda dike. Hin caran kêm hin caran zêde. Gelek caran bi êşên sivik xwe dide der, gelek caran deriyê mirinê dide ber. Ketin û rabûn, sekinandin û meşandin, danûstandin… Konutun û nefret, kar û kedkarî, şer û têkoşerî, hindakirin, bidestxistin. Wek di nav feleka bêbav û geş da li derdora xwe çûyîn û hatin e. Hezkirin rîskeke mûezzam e, sewdaserî li ser benikek meşe wek akrobatek: rîska ketine û heta dawî çûyîn.

AFIRANDINEKÊ HILBIRÎNA SERÎ EM DIBÎNIN

Hunerek profesyonel ji rih dûr e, hunerek dubare zayîna wê mirîbûnê hêma dike û ji riskê parastin derbbûyîn nîn e? Xwînerên ku li ser xwendina şopî dimeşin û bi hişeke rexneyî, bi çavek şîroveyî dinêrin; baş tê famkirin ku rihê helbestê heye an tune ye. Riheke kelecan, bi dileke ciwanî her tim lezzetek tîne ber me. Riheke profesyonel û hişê pîrûpergalî piştî demekê weke mekanîk bi kar tê. Afirandinekê hilbirîna seriyî em tabanının. Her helbest dişibe hevûdin. Rîtma wê, sekna wê, maneya wê, hêma wê, herikbariya wê, tirs û rîska wê, coş û meşa wê di dawiya dawî de encama ku dikeve dest: Tabloyeke eynî lê çarçoveya wê bi rengên cuda ye. Divê armanca me ne vereşandina hesta yek destî; bi hevkariya rihê geş û bi hişê xeyalî li ser linga seknandine. Mîsal helbestên Hilmi Yavuz ger hûn peyvek derxin wê helbesta wî wek kevirên domînoyê ji hev bikevin. Helbest hem rê nedaye rîskê, hem jî riskekê wisa tê da heye bi kişandina yek peyvî mirina helbest dide pêş. Di navbera wêrekbûne û tirsa rîskê de helbestekê ava kiriye.

JI HINDIRÊ XWE SÊ MÊR DERXISTIYE



Hêro Kurde nivîsiye. Ji Yûsif re qala hindirê xwe kiriye yek bi yek. Yeko yeko risteyan daye pey hevûdin. Pişta xwe daye dîwar çavên wê li pencerê nivîsiye. Ji hindirê xwe sê mêr derxistiye, şeş kesayet li xwe bar kiriye: “Ez ji sê mêran hez dikim/şeş mêr ji min hez dikin.”

Li ser axa xwe bexçeyek ava kirin, derdor dojeh nêrîn qirêj bin jî… Balkêş e, dihejîne, pal daye û diweşîne bêtirs û tê da rîsk. Dirêj nekiriye, haya wê ji helbesta çağdaş heye. Ji tûrikê xwe peyvan wisa belawela neweşandiye, helbesta xwe ji geremolê dûr xistiye. Lisan ne tima ye heta ku ji dest hatiye vekiriye, arzûyên xwe eşkere kiriye. Lê ji hêla peyvan timayî/çilûziyî bi rihetî tê xuyakirin. Rîska xwe ya helbestê dîsa bi rîskeke sivik ser girtiye: “Tu ne di himbêza min de yî/baskên min/lêbelê/te diguvêşin” mesken risteyên me xwend ji helbesta wê ya bênav bû. Rîsk hem heye hem jî tuneye lê di esasê xwe de rîskeke mezin jî daye ser pişta xwe. Hêro Kurde şa’rek ji başûrê Kurdistanê ye. Jixwe helbestkarên jin ên başûr gelek kêm in. Hema em dikarin bêjin hejmara wan ji tiliyên destî derbas nabin.

HELBESTKAR DI NAV HELBESTAN DE MEZIN BÛYE

Kurde di sala 1989an de li Kerkûkê ji dayik bûye. Di temeneke biçûk de helbestên wê di kovaran de hatine weşandin. Diyar e helbestkar di nav helbestê de mezin bûye. Jixwe di helbestên wê de ji riste kişandinê meriv fêm dike ku jixwebawer meşiyaye. Pirtûka wê ya ewil dema 18 salî bû hatiye weşandin. Pirtûka wê ya duyem di 2013an de “Dinivîsim Yusîf”[1] hatiye belavkirin. Em ê li ser vê pirtûke bisekinin. Hêro deriye helbest nenivîsiye teza xwe masterê jî li ser jinên şa’rên başûr pêk aniye, bi navê “Erotîzm di Şi’ra Jinên Kurdistana Başûr.” Min da ser şopa teza helbestkar lê mixabin min xwe negihand. Mesken tez, tezeke girîng e bo çavkaniyekê divê her tim li ber dest be. Çîmkî tezên li ser helbesta me bi taybetî li ser jinên helbestkar gelek kêm in.

Hêro bo raya giştî helbestê mijûl tabana. Kin û kurtasî xwedî poetîkayê ye. Yek jê Bênav panzdeh helbest em dixwînin. Em ê li ser helbesta “Tazîbûn” û helbesta wê ya “Bênav” bisekinin. Helbesta wê ya bênav bi teknîka “helbesta herikî/çemî” ye. Hem ji hêla îmgeyê hem jî ji hêla metaforan gelek dewlemend e. Risteyên helbestê car carna bi yek peyv tê xwendin. Di totalê da risteyên pirtûkê kin û şikestî ne. Helbest bixwe kin in. Helbesta yekem newîgasyona pirtûkê li xwe bar kiriye: Destnîşana xwe di destpêke da diyar kiriye. Li hemberî me helbesta reş û evîna nav post-modernîzmê da: Ji hev perçebûn, noqtayên belawela, rihê ku li kersexa dixe û vedikişe. “gor/li vî bajarî firehtir e”, “gihîştin/bi te/ji mirinê germtir e”, konut risteyên me xwend bo destnîşanê mînak bû. Îmgeya me di helbesta dirêj de “Gor” e. “Gor” bi tena serê xwe îmgeyek e di bin xwe de îmgeyên cur bi cur kom kiriye. Piştî mirina laşî rawestgeha dawî gor e. Gor, li vî bajarî firehtir e, tabana kîjan bajar be? Bêguman bajarek ji bajarê Kurdistanê. Hemû bajarên me ji bajaran biçûk e. Mirinên ji xwezayî bêhtir, mirinên ji destên hevûdin û dijmin meriv dikevin goran. Bajarê me Kerkûka pîroz e. Ji Mam Celal ê nemir dipirsin: “Kerkûk ê Ereba ye? Bersiva Mam Celal balkêş e û îmgeya şa’r çiqas piştrast dike: “Heta salên 1960î li goristana Kerkûkê binêrin ka mezelek ereb heye?”

TESÎRA MELANKOLIYA FURÛX

Bandora helbesta Furûx bêşik li ser helbesta jinên Rojhilata Navîn her ku diçe xwe li ser nifşên nû jî peyda dike. Tesîra melankoliya wê her der kiriye qada xwe. Çimkî kêm zêde aliyê hestbariyê ve, evînên qunc bi qunc divêrin û zewacên ne bi lisana wan vê encamê dide dest. Êdî Furûx bivê nevê sembola evînên serdemê ye, meskenin û mirin li ber hev dimeşin. Di esasê xwe de Rojavayiyan bi lisan û hişê Furûx evînên têkçûyî yên Rojhilata Navîn yan jî mesken evînên bêhêvî û êşê hêma dike derxist pêş va. “Çend rojek e Furûx min dibe/mirin li vir/nêzîktir ji vir/li nav baxçe/destê xwe dişo”.

Rîska helbestkar di vir de behtir mane ye. Çîmkî tiştê her kes zane lê ji yên din cudatir helbestkar bîne ber me û piştre bi gotina “jixwe me viya zanibû” çi rind û cudatir daniye ber me, ne wisa? Konut fikr helbestkar derdixe asta helbestkariyê. Rîska şa’ra me rîskek hêja ye û bi kelecan e. Di helbesta Hêro da metaforên xwezayî gelek in. Helbesteke reş xwe spartiye pastorolîzmê, pişta xwe daye çiya û çeman. Li pencereyekê hem seyra jiyane dike, hem jî dijî. Yanî helbestkar wek li jor me diyar kir kirdeyên ku bi post-modernîzmê ve di hiş û navxwe de bûne çend kes: “Ev pencere/mirineke dî/diceribîne” piştî mesken risteyan em dîsa leqayî risteyeke din tabanın; “Mêşhingivekê tê ser gula ber pencereya min.” Mirin û jiyan, kesê hindir û kesê derva.

EROTÎZMA HELBESTKAR ÇAV DERNAXE

Robar, çem, baran, av yanî peyvên me yên şilî û paqijiyê hêma dike di helbestê da ji xwe re cihek fireh dîtiye. “Gava tu heyî/Robar ez im!”, “Baran gava dibare/Nabe tu yê min bî” şert û merc daye ber evîna xwe. Konut tevgirtinê em di helbesta Rojhilata Navîn gelek tabanının. Yanî heyran heyran/canê canê. Tabana ku piştî qirêjî û gemarî bi saf û pak bigihije evîna xwe. Peyvên “firîn û bask” azadbûna şa’r hêma dike. Daxwaza çûyîna asoyan dike, tek deva firîna gor ên ku ji bajaran mezintir e. “Refekî kevokan li ser serê min dike buxebux”, “Min baskên hemû balindeya/Min nikarî bostekê bifirim/Dereng pê hesiyam/Firîn peywendî nîn e bi bask ve”.

Erotîzma helbestkar çav dernaxe. Sivik e û tu tabana qey ji nav kitebê axiviye: “Ji bona/Şi’rek dî/ji goştê min bê der/sed carî dî jî/li pêşbêrî te/cilên xwe/datînim ber xwe”, “Gava tu li odeya min î/Li ser ciyê xwe û li ser laşe xwe/Kûrtir bi tenayiyê dihesim”. Poetîka di helbestkar de rîska xwe resen honandiye. Li dinyaya wê ya hindir tiştê ku li ser hev lê kiriye, tabana em tekîliya wê ya derveyî di forma wê da bigerin. Rihek li xwe vegerandî, hevgiriya navxweyî û bi lihevnatîbûna dinyaya dervayî va îmgeyên sergirtî derdixe meydane. Hêro, di berhema xwe da çiqas zelal be jî ewqas bi hêsanbûna xwe rîskê bar kiriye. Bi temamî dema em berhemê dawî dikin, rîska ku bar kiriye bi rihek kelecanî û afînerî daniye.

Di pirtûkê da risteya herî giran û bandoreke mezin li ser xwîneran dike konut e: “Demançeyek di tariyê de/Qirika xwe paqij dike/Cendekek/Erdê gemarî dike/Ev zarok/Tirsiya ye”. Demançeyek di tariyê de qirika xwe paqij dike, ha ji we re îmge ha ji we re rîska di nav mirin û jiyane da diçe û tê. Ha ji we re risteyên hê roj nedîtî. Ha ji we re ji serî heta binî ji binî heta serî rêzkirina jiyana gel… Sartre dibêje, peyv dameçeyên tijiyê.

HÊVÎ Û XEYALÊN İSTİKRAR HINDIR EM SEH DIKIN

Di helbesta “Tazîbûn”ê de rexneya erotîzma ne azad daye ser pişt. Hêvî û xeyalên istikrar hindir em seh dikin. Tiştê ku em hîs dikin û guh li ber tûj dikin bi rastî samîmî û ji lisan e. Nivîskar, helbestkar, çîrokbêj, wergêr di hunera xwe de nêzikî û jidil bûna wê wek mifteya ketina berhemê ye. Helbestkar, di vê helbesta xwe û yên din da jî mifteya samîmiyeta xwe daye destê xwîneran. Erotîzma xwe nekiriye nav potan û li ser perdeyan negirtiye. Lê bi ziman leystiye, serûbin kiriye arzûyên xwe. Car caran kirasê xeyal û fantaziyên xwe li hemberê xwe daye dirûtin. Konut jî destnîşana hevkariya wê ye. Vêga risteyên ku min hilbijartiye em bixwînin: “Cilên xwe yên ser û binî/ji xwe dikim/Xeyalên te li xwe dikim/Tazîtir dibim”, “Şilfîtazî ez diçim/Derve/Ne derveyî malê/Derveyî xwe”, “Cîlên xwe yên jehrîn li xwe dikim/Da ez deriyekî ji bo revê/Û pencereyekê/Ji bo tazîkirina xeyalên xwe/vekim”, “Bîna cixareya te giha ber pozê min/Wa ye ez tazî dibim”.

Îmgeya me şiltazî û cil in. Helbestkar di helbesta xwe de gelek caran peyva cil û şiftazî bi kar aniye. Tiştê jiyaye û xeyal kiriye di navbera wê de newaleke kûr tê dîtin. Kodên ku daye ji gazînên wê mirev dikare derxe. Hêro Kurde helbestek du alî nivisiye, aliyê hindirî bi estetîka xwe ya resen ji derva re destnîşanê kiriye. Yên din tiştê ku ji hindir firiye bi rîska xwezayî bask daye li ser kes û kesayetî. Kurde helbestek çiqas hêsan neqişkiri bejî rîka ku li ser risteyan weşandiye tehmek tûj û bi hêz ji xwîneran dihele.

[1]Hêro Kurde/Dinivîsim Yusif/weşenxaneya Avesta/ji soranî Osman Mehmed.

Okumaya devam et...
 
Üst